Îranê bîlançoya êrişên dawî eşkere kir

.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên dawî yên Amerîkayê de 2 kes mirine û 260 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Husên Kirmanpûr li ser hesabê xwe yê Xê li ser êrişên Amerîkayê agahî dan.

Kirmanpûr diyar kir ku di êrişên dawî yên Amerîkayê de 260 kes birîndar bûne ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Her wiha wî eşkere kir ku di wan êrişan de 2 kes jî mirine.

Rewşa birîndaran

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê anî zimên ku 222 birîndar piştî dermankirinê ji nexweşxaneyan hatine derxistin.

Kirmanpûr destnîşan kir ku tedawiya birîndarên din a li nexweşxaneyan didome.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin