HSD: Em amade ne ku biçin nav artêşa nû ya Sûriyeyê

.

 Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew amade ne bibin beşeke artêşa nû ya Sûriyeyê.

Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ji medyaya Brîtanyayê re axivî.

Ferhad Şamî diyar kir ku ew amade ne bibin beşeke artêşa nû ya Sûriyeyê û ev gav hevdem e li gel hewlên birêxistinkirina hêzên Sûriyeyê ya di bin serkirdayetiyekê de.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê doh ragihand ku komên çekdar di civîneke ku Ehmed Şer jî amade bû de li hev kiriye ku tevlî artêşa Sûriyê bibin.

Şamî da zanîn ku ew her çareseriyeke aştiyane bi germî pêşwazî dikin lê bi taybetî li dijî komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê ji bo şer jî amadekariyên pêwîst hatine kirine.

Birêvebirê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî anî ziman:

“Tirkiye dixwaze herêmeke zêdetir a axa Sûriyeyê kontrol bike û Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî bi tundî li dijî wê ne.”

Ji sala 2016an heta sala 2019an, Tirkiyeyê û hevpeymanên wê 3 êrişên mezin li Rojavayê Kurdistanê kirin û nêzîkî 7 hezar kîlometre çargoşe ji van deveran dagir kirin.

Şamî derbarê PKKyê jî destnîşan kir ku çalakiyên wan li nav axa Tirkiyeyê ne û ti pêwendiya wan bi HSDyê re nîne.

rudaw

KURDÎ Haberleri

Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin
Serokwezîrê Îraqê ji Mesrûr Barzanî re got: Ev êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin
Erdogan li ser pêvajoyê axivî: Dê êdî ji Dêrsimê bêhna kulîlkan bilind bibe
Îranê bersiva da Trump: Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye