Hizbulahê êrişî 5 bargehên leşkerî yên Îsraîlê kir

Hizbulahê ragihand ku wan bi mûşekan êrişî 5 baregehên leşkerî yên li bakurê Îsraîlê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê ya nivîskî, wan li bakurê Îsraîlê êrişî Baregeha Heyfeyê ya Teknîkî, Baregeha Heyfeyê ya Komkeştiyan, Baregeha Deryayê ya Stella Marisê û Baregeha Tirat Carmelê kiriye.

Hizbulahê da zanîn ku wan bi mûşekan êrişî Baregeha Nesherê jî kiriye ku tesîsên gazê lê hene û li başûrrujhilatê Heyfeyê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku cara ewil e êrişî Baregeha Nesherê hatiye kirin.

“Bûn sedema xisareke mezin”

Artêşa Îsraîlê jî ragihand, “Ji axa Libnanê derdora 10 mûşekan berdan ber bi Heyfeyê ve.

Hinek ji wan li avahiyan ketin û bûn sedema xisareke mezin.”

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji Libnanê derdora 45 mûşekan berdane derdora Kendava Heyfeyê û herêma Celîlê.

rudaw

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin