Hadî Amirî bangî komên çekdar kir: Bersiva xwe bi paş bixin

.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî bi bangekê ji komên Berxwedana Îslamî ya Îraqê xwest ku bersivên xwe yên li hemberî êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî bi paş bixin.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedirê Hadî Amirî soz da wan ku ew dê “bi rêyên dîplomatîk mafên şehîd û birîndarên wan êrişan bişopîne.”

Hadî Amirî ev daxuyanî bi rêya peyameke vîdeo belav kir û got:

"Ez bangî kur û birayên xwe yên di Berxwedana Îslamî ya Îraqê de dikim ku ew mucahîdên qehreman in.

Her bersiveke li dijî êrişên Amerîka û Erebistana Siûdî yên ku Îraq kiribû armanc bi paş bixin.

Ji bo berjewendiya bilind a Îraqê li ser birînên xwe sebir bikin."

Êrişên 29ê Tîrmehê

Di êrişeke hevbeş a Amerîka û Erebistana Siûdî de ku 29ê Tîrmehê hatibû kirin, hinek baregehên Heşda Şebiyê yên li 6 parêzgehên Îraqê û Kerkûkê hatibûn bombebarankirin.

Di êrişan de 20 çekdarên Heşda Şebiyê hatibûn kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûbûn.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku nêzîkî Komara Îslamî ya Îranê ye, roja 7ê Tebaxê wekî dema dawî ji bo hikûmeta Îraqê diyar kiribû da ku bersiva êrişên Amerîka û Erebistana Siûdê bide.

Şeva borî hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Bexdayê tedbîrên tund ên ewlehiyê standin.

Ev yek piştî wê yekê hat ku bi fermana Elî Zeydî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hemû hêz hatin xistin rewşa amadehiyê.

KURDÎ Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê: Sibe 600 malbat dê vegerin Serê Kaniyê
Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêşniyaryasayê dicive
Petrol erzan bû
Erdogan li ser pêşniyaryasayê daxuyaniyek belav kir
PDK: Gotinên Parêzgarê Kerkûkê yên li ser Madeya 140î hewldana fitneyê ne