Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu li ser pêvajoya nû axivî û got, “Yasaya nû dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn.”
Ensarioglu her wiha got, "Ji nû ve avakirina hevpeymaniya Kurd û Tirkan a ku di sed salên dawî de xera bûye, dê paşeroja hezar salî ya Tirkiyeyê ava bike."
Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli çû Amedê.
Îbrahîm Yumakli li Amedê di çarçoveya Projeya Farqînê de çavdêriya Bendava Farqînê û tunelên avdaniyê kir.
Çêkirina van tunelan hîn jî didome.
Yumakli piştî çavdêriyan ji rojnamegeran re axivî û got:
"Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya ku li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin, ji bo welêt û milet bibe wesîleya xêrê.”
Serokê Stratejî û Budceyê yê Serokkomariyê Îbrahîm Şenel, Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Galîp Ensarîoglu û Birêvebirê Giştî yê DSIyê Mehmet Akîf Balta jî bi Wezîr Îbrahîm Yumakli re bûn.
"Dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn"
Mehmet Galîp Ensarîoglu piştî daxuyaniya rojnamegerî, li ser qebûlkirina yasaya pêvajoyê ji Rûdawê re axivî û got:
“Ev yasa dê aramî, biratî, xweşiyê, hilberîn û aştiyê bîne herêmê. Ez tenê qala welatê me û vê herêmê nakim. Di heman demê de dê aştiyê bîne Rojhilata Navîn jî.
Her wiha dê tevkariyeke mezin li aştî û bipêşketina herêmê bike.
Di hezar salên dawî de biratiyek hebû lê di sed salên dawî de ev tifaqa Kurd û Tirkan xera bû. Ji nû ve avakirina vê tifaqê, dê di rastiyê de paşeroja hezar salî ya Tirkiyeyê ava bike.”