ENKS û PWKyê rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

Şandeyeke ENKSyê li Stenbolê PWK ziyaret kir û wan rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Şandeyeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) doh li Stenbolê nûneratîya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya Stenbolê ziyaret kir.

Şandeya ENKSyê ji Berpirsê ENKSyê yê Tirkiyeyê Muslum Mihemed û Rêvebirê PDK-Syê Şivan Cezîrî pêk hatibû.

Endamê Komîteya Birêvebir PWKyê Kasim Ergun, Nûnerê PWKyê yê Stanbolê Cengîz Gungor û rêvebirên PWKyê şandeya ENKSyê pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya PWKyê şandeyên her du aliyan, rûdanên vê dawiyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê agahdarî, bîr û bawerîyên xwe bi hev re parve kirin.

Di daxuyaniya PWKyê de hat gotn ku her du şandeyan girîngiya hişmendî û siyaseteke neteweyî, niştimanî ya li her perçeyekî Kurdistanê anîn ziman.

RUDAW

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire