Ehmed Şer Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ava kir

.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer, Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ava kir ku bi xwe serokatiya wê dike.

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer doh biryara hejmara pêncê ya serokkomariyê derxist ku derbarê avakirina Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ye.

Li gorî wê biryarê destûr ji bo berjewendiyên ewlehiya niştimanî û çareserkirina pisgirêkan ji Serokkomarê Sûriyeyê re hatiye dayîn.

Serokkomar ev biryar dane:

Yekem: Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê bi serokatiya Serokkomar pêk tê. Armanca wê hevahengî û birêvebirina siyasetên ewlehî û siyasî ye.

Duyem: Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê ji van kesan pêk tê:

Wezîrê Karên Derve

Wezîrê Parastinê

Birêvebirê Îstîxbarata Giştî

Wezîrê Karên Navxwe

Du kursiyên şêwirmendiyê ku ji aliyê Serokkomar ve li gorî jêhatîbûn û ezmûna wan tên destnîşankirin.

Kursiyeke teknîkî ya pispor ji aliyê Serokkomarî ve ji bo çavdêriya karûbarên teknîkî û zanistî yên pêwendîdar bi protokolên rûniştinê tê destnîşankirin.

Sêyem: Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê civînên xwe bi awayê devrî yan jî li ser gazîkirina Serokkomarî dike. Hemû endam biryarê li ser ewlehiya neteweyî û astengiyên li pêşiya dewletê didin.

Çarem: Erkên Meclîsa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriyeyê û mekanîzmên karên wê li gorî şîretên Serokkomar tên diyarkirin. Bi rengekî ku li gel berjewendiya bilind a niştimanî be û hevahengiya bibandor di navbera hemû dezgehan de bike.

Pêncem: Biryar ji roja derçûna xwe ve tê bicihkirin û aliyên pêwendîdar ji bo bicihkirina wê tên erkdarkriin

rudaw

KURDÎ Haberleri

Krîza mamosteyên Kurdî: Ji bo 100 hezar xwendekarî tenê 157 mamoste
Tuncer Bakirhan: Kurd li dijî bêstatubûna 100 salî rabûn ser pêyan
Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Urdinê civiyan
Li 22 bajaran 96 kes hatin desteserkirin
Rûsya: Em amade ne uranyuma Îranê wergirin