Du helîkopter li hewayê li hev qelibîn: 10 mirî

Li Malezyayê du helîkopterên leşkerî li asmanan li hev qelibîn.

Artêşa Malezyayê ragihand ku 10 kesên di her du helîkopteran de mirine.

Li gorî agahiyan, bûyerê îro li eyaleta Perakê rû daye.

Artêşa Malezyayê di daxuyaniya xwe de got:

“Hemû kesên di her du helîkopteran de mirin û termên wan ji bo tesbîtkirina nasnameyê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Lumutê.”

Artêşê herwiha ragihand ku li ser sedema qezayê dê lêkolîn werin kirin.

Wezîrê Parastinê yê Malezyayê Mohamed Khaled Nordin jî destnîşan kir ku dê roja şemiyê bi boneya salvegera 90î ya damezirandina fîloya wan merasîmek bihata kirin û helîkopteran ji bo vê merasîmê prova dikir.

Li hêla din, dîmenên kêliyên ku helîkopter li hewayê li hev dixin hatin girtin û dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin.

rudaw

KURDÎ Haberleri

Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin
Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir
Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike