Devlet Bahçelî: Ti projeya bixwîn dê nikaribe li ber biratiya me raweste

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê êrişa li Enqereyê got, "Ti projeya bixwîn a xayînan dê nikaribe li ber yekîtî û biratiya me raweste."

Li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) hat kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, di êrişê 5 kes hatine kuştin û 22 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya 2 kesên ku êriş encam daye jî hatine kuştin.

Serokê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Devlet Bahçelî derbarê êrişê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxwiyaniyek da.

"Dê encamê wernegirin"

Bahçelî di peyama xwe de êriş şermezar kir û got:

"Hesabên xayîn û neyaran dê bi ser nekevin. Ti projeya bixwîn a xayînan dê nikaribe li ber yekîtî û biratiya me raweste.

Yên ku qatilên kirêgirtî bi kar tînin û terorê wekî amûrekê tarî bi kar tînin, dê encamê negirin û dê nikaribin biryardariya me ya ji bo xebatê bişkînin."

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire