Derbarê Ozgur Ozel fezleke hat amadekirin

.

Derbarê Serokê Partiya NÛ Ozgur Ozel û Parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba bi hinceta “wergirtina bertîlê” fezleke hat amadekirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku derbarê Ozgur Ozel û Parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba bi hinceta “wergirtina bertîlê ya bi awayekî berdewam” fezleke hatiye amadekirin.

Li gorî angaşta serdozgeriyê, Ozgur Ozel berî hilbijartinên 31ê Adara 2024an ji bo ku wî bike namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê rasterast û bi rêya Velî Agbaba “bertîl” ji Muhîttîn Bocek û kurê wî wergirtiye.

Her wiha ji bo bikaranîna di Kongreya CHPyê ya 4-5ê Çiriya Paşîn 2023yan de ji Serokê Şaredariya Uşakê Ozkan Yalim pere wergirtine.

Fezlekeya ku derbarê Ozel hatiye amadekirin di çarçoveya Xala 83yemîn a Destûrê de ji bo rakirina parêzbendiya Ozel ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hat şandin.

Ji aliyê din ve, derbarê Velî Agbaba hat ragihandin ku “ji bo namzedkirina Muhîttîn Bocek ji kurê wî Mustafa Gokhan Bocek çend caran bertîl wergirtiye.”

Her wiha hat angaştkirin ku Agbaba ji bo şirketek “kêmgiriya (îhale) paşmayiyan” a Şaredariya Çankayayê wergire, posta xwe ya di nav partiyê de bi kar aniye û li beramberî vê yekê ji şirketê “bertîl” standiye.

Fezlekeya Agbaba jî ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re hat şandin.

KURDÎ Haberleri

Tirkiye û Iraq danûstandinan li ser projeyeke stratejîk a gazê dikin
Bermîla petrola brent bi 79,21 dolaran e
Di yasaya pêvajoyê de çi û çi hene?
Sirri Sakik û Murat Kurum civiyan
Îranê pêşniyara Trump a rawestandina şer red kir