Blinken: Pêdivî ye şer ji Libnanê bê dûrxistin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di çarçoveya civînekê de radigehîne, berpirsên Israîlê gotiye ku pêdivî ye berfirehbûna şer ji Libnanê bê dûrxistin.

Li dû Wezareta Derve ya Amerîkayê, Antony Blinken bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Israîlê Tzachi Hanegbi û Wezîrê Karûbarên Stratejî yê Israîlê Ron Dermer re civiya.

Blinken tekez li ser “pêdivîtiya pêngavên zêdetir ji bo zêdekirina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeyê û pilandananê ji bo desthilatdarî û ewlehî û avakirina piştî hevrikiyan” kir.

Blinken di çarçoveya wê civînê de got, “Pêdivî ye berfirehbûna şer ji Libnan û Filistînê bê dûrxistin û giringî bi gehiştina çareyeke diplomasî bê dan”.

Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesrula li roja Çarşema borî haydarî da ku partiya wî “bê kontirol û guhdana qanûnan şer dike” eger şerekî berfireh bi Israîlê re çê bibe.

Nesrula di çarçoveya bîranîna serkirdeyekî diyar ê partiya xwe de got, “Ew li heftiya borî ji ber agirê Israîlê hat kuştin, dibe ku arêşeyên bi Israîlê re ber bi şerekî mezin ve biçin.”

Navbirî tekez jî kir, “Eger şer çê bibe, çi cihekî bisilamet li Israîlê di êrîşên Hizbulahê de namîne. Ev jî wan hemî cihan vedigire yên ku li Deryaya Naverast armanca me ne. Herwesa dijmin gelek baş dizane ku me xwe ji bo xirabtirîn roj berhev kiriye. Ew jî dizane ku çi cihek di wî kiyanî de namîne ku ji ber moşekên me bisilamet be.”

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin