Bahçelî gotibû ‘Ocalan rêberê avaker e’: Ji partiya wî daxuyanî hat

.

MHPyê li ser gotinên Devlet Bahçelî ên bi rengê "Ocalan rêberê avaker ê PKKyê ye” got, “Ev rastiyek e.”

Serokê Giştî MHPyê Devlet Bahçelî cara yekem bi rengê "Ocalan rêberê avaker ê PKKyê ye” qala Abdullah Ocalan kir.

“Em qebûl bikin an nekin ev rastiyek e”

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Îsmaîl Ozdemîr li ser mijarê ji nûçegihan Nagehan Alçiyê re axivî û got:

"Em qebûl bikin an nekin ev rastiyeke teknîkî ye. Serokê Giştî ev rastî anî zimên. Divê Tirkiye êdî hinek tiştan li pey xwe bihêle.

Divê em berfirehtir û erênîtir bifikirin. Gelek armancên welatê me hene.

Rojên pêşiya me hûn dê di navbera Ewropa û Tirkiyeyê de jî destkeftiyên xweş bibînin."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.

“Ev welat ê hemûyan e”

Ozdemîr diyar kir ku MHP bi temamî û bi hêz piştgiriyê dide vê peymanê û biland:

“Di gihiştina vê xalê de pareke mezin a xebatên Tirkiyeyê û pêvajoya li vir jî hebû.

Birêz Serokê Giştî (Bahçelî) bi dîtina van bûyeran gav avêtin.

Eger gava ‘Tirkiyeya Bêteror’ nehatiba avêtin, îro Tirkiye dê di nava nîqaşên ku demê didizin de bihata mijûlkirin.

Binêrin, hûn dê bibînin ku em dê wekî Hevpeymaniya Cumhurê cudabûna civakî bi yekîtiya di birêvebiriyê de hembêz bikin.

Ev welat bi Kurd, Tirk, Elewî, Sunî, Laz û Çerkezan ê hemûyan e.”

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin