Artêşa Sûriyeyê hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Iraqê

Artêşa Sûriyeyê, bêyî ku sedeman eşkere bike, rewşa amadebaşiya leşkerî ragihand û hêzên xwe yên leşkerî dişîne ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê.

Çavkaniyeke taybet îro (Sêşem, 4ê Tebaxa 2026ê) ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku artêşa Sûriyeyê, bêyî eşkerekirina ti sedeman, rewşa amadebaşiya leşkerî ragihandiye.

Wê çavkaniyê herwesa got jî ku hevdemî ragihandina amadebaşiyê, rênima bi leşkeran hatine dan ku bi lez vegerin yekîneyên xwe yên leşkerî.

Herwesa li gorî meydiayên Sûriyeyê, Wezareta Berevaniyê ya wî welatî ferman daye hêzên xwe ku derbazî rewşa hişyariyê ya asta (C) bibin û dest bi belavkirina yekîneyên leşkerî li ser sînorê navbera Sûriye û Iraqê bikin.

KURDÎ Haberleri

Pizîşkiyan: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixin
Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê: Divê PKK û PJAK çekên xwe deynin
Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire