Aloziya Amerîka û Îranê kêm bû, petrol erzan bû

.

Bihayê petrolê îro zêdetir daket û sedema sereke ya daketinê kêmbûna aloziyên navbera Amerîka û Îranê ye.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro 39 sentan daket û bermîl bi 65 dolar û 91 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 31 sentan daket û bermîl bi 61 dolar û 83 sentan hat firotin.

Daxuyaniya Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh piştrast kir ku Îran û Amerîka mijûlî dan û standinan in, piştî vê bihayê petrolê ji sedî 4 daket.

Priyanka Sachdevaya şîrovekara Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Phillip Novayê li ser mijarê got:

"Bilindbûna bihayê petrolê ya hefteya borî ji ber hesta metirsiya şerê navbera Îran û Amerîkayê bû.

Ji ber ku alozî kêm bûne, petrol jî erzan bûye.”

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin