Aliyev: Divê Rûsya tezmînatê bide Azerbeycanê

.

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev derbare balafira AZALê ya ketî got, “Rûsya divê tezmînatê bide dewleta Azerbeycanê û her wiha rêwî û muretebatê birîndar bûne."

Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev beşdarî merasima ji bo du pîlot û peywirdareke kabînê ya balafira Rêhewayên Azerbeycanê (AZAL) ya li nêzîkî bajarê Aktauyê yê Qazaxistanê hat daxistin bû.

Îlham Aliyev piştî merasimê daxuyanî da têlevîzyona dewletê ya Azerbeycanê.

Aliyev her wiha eşkere kir ku balafira rêwiyan a sivîl a Azerbeycanê di qada asîmanî ya Rûsyayê de li nêzîkî bajarê Grozniyê ji derva ve derbe xwar û got:

"Ji ber vê yekê balafir hew bi amûrên radyoelektronîk hat kontrolkirin û poçika wê jî bi çeka ji erdê hat agirkirin xesareke giran hilda."

Aliyev bal kişand ku ji ber balafira rêwiyan a hat daxistin, Rûsya divê tezmînatê bide dewleta Azerbeycanê û her wiha rêwî û muretebatê ku birîndar bûne.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin