Alîkariya ku Amerîkayê dida Ukraynayê dîsa dest pê kir

.

Koşka Spî piştrast kir ji ber ku Ukraynayê ji agirbesta 30 rojî re got erê, rêveberiya Donald Trump jî piştgiriya îstîxbaratê û sewqîyata leşkerî ya ji bo wî welatî ji nû ve da destpêkirin.

Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî (NSC) James Hewîtt ragihand ku di hevdîtinên Amerîka û Ukraynayê yên li Erebistana Siûdî de gavên girîng hatin avêtin û alîkariya wan a leşkerî ya ji bo Ukraynayê ji nû ve dest pê kir.

Piştgiriya îstîxbaratê û sewqîyata leşkerî ya ji bo Ukraynayê piştî nîqaşa di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump, alîkarê wî Serok JD Vance û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de hatibûn sekinandin.

Trump îdia kiribû ku Zelenskyy di vê hevdîtinê de li hemberî gelê Amerîkayê bêhurmetî kiriye,  Zelenskyy jî gotibû wî tiştekî xelet nekiriye û lêborîna xwe xwestibû.

Trump êvara sêşemê li Kongreyê axivîbû û gotibû ku Zelenskyy ji wî re nameyek şandiye û gotiye Ukrayna amade ye ku peymana elementên axê yên kêm tên dîtin îmze bike û beşdarî mizakereyên aştiyê bibe.

Ji aliyê din ve, Rêvebirê Teşkîlata Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) John Ratclîffe piştrast kiribû ku piştî niqaşa di navbera Trump û Zelenskyy de wan bi awayekî demkî piştgirî û sewqîyata leşkerî ya ji bo vî welatî rawestandiye û destnîşam kiribû ku ev biyareke demkî ye.

Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump gotibû ku Zelenskyy di nameya navborî de lêborîn xwestiye.

KURDÎ Haberleri

Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin
Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir
Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike