Ahmet Turk: Bila darê di destê xwe de dayînin

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk got, “Bila darê di destê xwe de dayînin.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turkê ku qeyûm li cihê wî hat tayînkirin bersiva gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da ku got “Ahmet Turk ji aliyê CHPyê ve tê îstismarkirin” da û got:

“Ti kes ne di wê rewşê de ye ku me îstismar bike, Kurd îro xelkekî polîtîk e, xwedî wê hişmendî û hêzê ye ku zane ka kîjan proje demokratîk e an ne demokratîk e.”

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê, DEM Partiyê îro civîna partiya xwe ya ku heftane li Parlamentoya Tirkiyeyê li dar dixe li Mêrdînê di nav gel de li dar xist.

Ahmet Turk jî beşdarî civînê bû û li wir bersiva pirsên rojnamegeran da û anî ziman:

“Em her tim destê xwe dirêj dikin lê di destekî de dar heye û destê din jî dirêj dikin, bi vî awayî mesele nayê çareserkirin.

Bila darê di destê xwe de dayînin, wê demê destê xwe dirêj bikin û em jî amade ne wî destî bigirin.”

“Kurd îro xelkekî polîtîk e”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bi van gotinan bersiva Serokê MHPyê Devlet Bahçelî da:

“Ya ji bo me girîng avakirina zemîneke danûstandinê ye. Eger îro bi CHPyê re danûstandineke me heye.

Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin, biaxivin û gotûbêjan bikin ji bo peydakirina formulekê çareserkirina pirsgirêkan û em ji bo wê yekê amade ne.

Sibe bi rastî eger ji bo çareserkirina pirsgirêkê, xebateke wan hebe em dê bi birêz Bahçelî re jî hevdîtinê bikin.

Ji ber vê yekê ti kes ne di wê rewşê de ye ku me îstismar bike. Kurd îro xelkekî polîtîk e, Kurd dizanin ku çi dixwazin.

Kurd xwedî wê hişmendî û hêzê ne ku bizanin ka kîjan proje demokratîk e an bi rastî ne demokratîk e.”

rudaw

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin