
Krîza mamosteyên Kurdî: Ji bo 100 hezar xwendekarî tenê 157 mamoste
.
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, dema serlêdana xwendekaran a ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) îro bi dawî dibe.
Pêvajoya serlêdanan ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an hefteya yekem a Sibatê dest pê kiribû.
Tê pêşbînîkirin ku îsal 100 hezar xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin.
Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Bingehîn a Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê 9ê Sibata 2026an fermanek ji dibistanan re şand.
Wezaretê ji birêvebirên dibistanan xwest ku heta 20ê Sibatê daxwazên malbatan ên ji bo polên 5, 6, 7 û 8an wergirin û di pergala elektronîk de tomar bikin.
Kêmiya mamosteyên Kurdî
Mafê dersa bijarte ya Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala 2012an bi fermî ket meriyetê.
Lê belê hejmara mamosteyan li gorî hejmara xwendekaran gelekî kêm e.
Ji sala 2012an û vir ve bi giştî 213 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
Ji vê hejmarê 45 mamosteyan qada xebata xwe guherandiye û 10 mamosteyan jî îstifa kiriye.
Niha li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 157 mamosteyên bi kadro yên Kurdî hene.
Ji van mamosteyan 39 bi zaravayê Kirmanckî û 118 jî bi zaravayê Kurmancî dersan didin.
'6 sal in li benda tayînê me'
Mamosteyên Kurdî ji ber kêmiya tayînan bi pirsgirêkên mezin re rûbirû ne.
Fatma Şahîna ku ji Agiriyê ye, sala 2020î Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê qedand.
Lê tevî ku 6 sal di ser mezûniyeta wê re derbas bûne jî hîn nehatiye tayînkirin.
Fatma Şahînê ji Rûdawê re got:
"6 sal in ez neçar im karên cuda bikim.
Tevî wan hemû hewl û westan, nehatina tayînkirinê mirov bêhêvî dike.
Xewna min a herî mezin ew e ku ez wekî mamosteyeke Kurdî werim tayînkirin, bigihêjim xwendekarên Kurd û li polan dersa Kurdî bidim wan."
Pêdivî bi 400 mamosteyî heye
Di demekê de ku tenê 157 mamoste li ser kar in, 847 mamosteyên mezûnên beşên Kurdî bi salan e li benda tayînê ne.
Mamosteyê Kurdî Hudayî Morsumbul ji Rûdawê re ragihand:
"14 sal in li dibistanan dersa Kurdî heye.
Par 60 hezar xwendekarî dersa Kurdî hilbijartibû.
Ji bo dabînkirina pêdiviya wan xwendekaran herî kêm pêdiviya me bi 400 mamosteyî heye lê tenê 157 mamosteyên me hene."
Astengiyên li ber dersa Kurdî
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekîn Adara 2025an îdia kiribû ku welatî dersa Kurdî hilnabijêrin, ji ber wê jî mamosteyên Kurdî tayîn nakin lê sendîkayên perwerdeyê vê hincetê rexne dikin.
Hevserokê Şaxa Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) Serhat Kiliç got:
"Dema malbat diçin dibistanan û dibêjin 'em dixwazin dersa Kurdî hilbijêrin', berpirsên dibistanan bi hinceta 'mamosteyê wê dersê nîne' rê li ber wan digirin.
Heger malbat pêdagir bin, vê carê ji wan re dibêjin 'heke hûn hilbijêrin jî dê dersên we vala bimînin'.
Wezaret jî bi hinceta 'kesî dersa Kurdî hilnebijartiye' xwe ji tayînkirinan vedidize.
Ev rewş nîşan dide ku xelk bi îradeya xwe nikare bigihêje dersa Kurdî."
Par 60 hezar xwendekarî dersa Kurdî hilbijartibû. Tê pêşbînîkirin ku îsal ev hejmar ji 100 hezarî derbas bibe.
Pêşniyara ji bo 'Rêxistina Nû ya Ziman'
Zimannas û nivîskar Bahoz Baran derbarê dersa bijarte û rewşa Kurdî ji Rûdawê re axivî.
Baran diyar kir ku divê saziyên Kurdî stratejiyeke hevpar ava bikin û got:
"Divê zimanê Kurdî bibe xwedî parastineke yasayî û bi fermî were naskirin.
Lê em nikarin her tiştî tenê bi dewletê ve girê bidin; di vê mijarê de berpirsyariya Kurdan jî heye."
Bahoz Baran bal kişand ser valahiya di navbera daxwaza xelkê û xebata saziyan de û wiha pê de çû:
"Li gorî rapirsiyên dawî, ji sedî 98ê xelkê daxwaza perwerdeya bi Kurdî û mafê ziman dikin.
Lê pirsgirêka sereke ew e ku kadroyên pispor nînin ku vê daxwaza mezin bikin projeyên pratîk û plana stratejîk."
Baran pêşniyar kir ku hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, baro û jûrên pîşeyî bi hev re "Rêxistineke Nû ya Ziman" ava bikin û got, "Kurdî tenê ne mijareke çandî ye, divê di hemû qadên jiyanê de hebe."
Mînaka serkeftî ya li Amedê
Li Koleja Hurriyetê ya li Amedê 650 xwendekar dersa Kurdî dixwînin û hemûyan jî Kurdî hilbijartiye.
Ji bo wan xwendekaran du mamosteyên Kurdî hatine erkdarkirin û dîwarên dibistanê bi nivîsên Kurdî hatine xemilandin.
Xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an ji elfabeyê heta hejmar, reng, gotinên pêşiyan, çîrok û stranên Kurdî fêr dibin.
Mamosteya Kurdî Xelat Ertûşî got:
"Di nav xwendekarên me de, yên ku zimanê xwe yê dayîkê dizanin serkeftîtir in û baweriya wan bi xwe zêdetir e."
Birêvebirê Koleja Hurriyetê Vedat Kuşlay bangî malbatan kir û got:
"Em dixwazin zarok ziman û çanda xwe baş nas bikin.
Bila dê û bav daxwazên xwe bigihînin dibistanan û dersa Kurdî hilbijêrin."
Amarên hilbijartina dersa Kurdî
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya hilbijartina dersên Kurmancî û Kirmanckî nêzîkî ji sedî 100 zêde bûye.
Sala xwendinê ya 2024-2025an, li 196 dibistanên fermî 27 hezar û 15 xwendekaran Kurmancî û li 30 dibistanan jî 3 hezar û 510 xwendekaran Kirmanckî hilbijartibû.
Par 50 hezar û 809 xwendekaran Kurmancî û 8 hezar û 563 xwendekaran jî Kirmanckî hilbijart.
Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê, di navbera salên 2014-2025an de 200 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin.
Ji van mamosteyan 153 ji bo Kurmancî û 47 jî ji bo Kirmanckî ne.
Lê belê di tayînkirina dawî ya 15 hezar mamosteyan de ku 24ê Çiriya Paşîna 2025an hat eşkerekirin, tenê 5 mamoste ji bo Kurmancî û mamosteyek jî ji bo Kirmanckî hat tayînkirin.


HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.