Numan Kurtulmuş li ser 4 madeyên destpêkê yên Destûrê axivî

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku ew bi ti awayî dest nadin 4 madeyên destpêkê yên Destûrê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Hacetepeyê de li ser Destûra nû ya Tirkiyeyê û xebatên di vê çarçoveyê de axivî.

Kurtulmuş ragihand ku dê 4 madeyên destpêkê yên Destûrê werin parastin û destkarî di wan de nayê kirin û got:

“Em dê pêvajoya çêkirina destûreke nû bi pêvajoyeke demokratîk çareser bikin, bi awayekî ku li ser 4 madeyên destpêkê nîqaş neyên kirin.”

Numan Kurtulmuş her wiha anî ziman:

“Em dê avhewayeke wiha ya biratî û yekîtiyê çêbikin ku her kes xwe tê de wekî welatiyê wekhev û dadmend ên aîdî vî welatî hest bike.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş 10ê Çiriya Pêşînê amaje bi madeya sêyem a Destûra Tirkiyeyê dabû û gotibû ku divê beşeke wê were guhertin.

KURDÎ Haberleri

Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin
Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir
Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike