Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde dike

Hevpeymaniya Navdewletî hêzên leşkerî yên din şand bingehên xwe li Rojavayê Kurdistanê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, karwaneke leşkerî ku ji 55 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û lojistîk pêk dihat, ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ber bi gundewarê Hesekê çû.

Diyar kir jî, du firokeyên bi alavên leşkerî û lojistîk barkirî jî gihiştin her yek ji bingeha Şedadê ya Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê û bingeha Xerab El-Cîr li Rimêlanê.

Ev karwan di çarçoveya bihêzkirina bingehên Hevpeymaniya Navdewletî de li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê tê, ku çendîn car hevpeymaniyê hişyarî ji dubare vegera DAIŞ a terorîst daye.

Roja 23ê Berçileyê jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû, hêzên wê barekî çekan ê DAIŞê li Dêrazorê bombebaran kir, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

KURDÎ Haberleri

Komela Nivîskarên Feqiyê Teyran êrîşa li ser nivîsîngeha Mesrûr Barzanî şermezar dike
NY: Di 2025an de 350 xebatkarên me yên alîkariyê mirine
Buldan: Birêz Ocalan dê di Desteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê de cih bigire
Partiyên Bakur êrîşa dijî Ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî şermezar dikin
DEM Partiyê bangî Bexdayê kir: Êrişa li Hewlêrê ronî bikin