Elî Babacan: Danîna qeyûm binpêkirina îradeya gel e

Serokê Giştî yê Partiya DEVA Elî Babacan, piştî serdana hevserokên DEM Partiyê da xuyakirin, danîna qeyûm binpêkirina îradeya gel e.

Babacan bal kişand li ser gotinên Dewlet Bahçelî û got, derbarî maf û azadiyên bingehîn yên Kurdan de tiştek naye gotin, tenê aliyê ewlekariyê tê gotûbêjkirin. 

Babacan got: “Heta proseyeke serbixwe û bêalî ya dadgehê nebe, nabe tu şaredarek were dûrxistin. Ev yek dijî demokrasî û mafên hilbijartinê ye. Pirsên kevnar yên Tirkiyeyê hene. Egereke pir biçûk ya çareserî hebe, em amade ne piştevanî bidin. Lê hê ji Erdogan helwesteke zelal nîne. Herwiha birêz Bahçelî tenê li aliyê ewlekariyê ve mijûl dibe.”

Serokê Giştî yê Partiya DEVA got: “Derbarî maf û azadiyên bingehîn me ji kesek tiştek nebihistiye. Em hêvî dikin ev hemû ne ji bo careke din namzetbûna Erdogan bin, yan jî veşartina rojeva sereke yên welat bin.”

k24

KURDÎ Haberleri

Ji bo berdana 55 hezar girtiyan amadehî tê kirin
Serok Barzanî: Serkeftina tîma Dihokê, serkeftina hemû Kurdistanê ye
Nêçîrvan Barzanî û Sergey Lavrov tekezî li hevkariya di warên cuda de kir
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa Îraq û herêmê gotûbêj kir
Fransa: Em hêvî dikin ku diyaloga HSD û desthilata demkî berdewam bike