Alîkarê Bahçelî: Îro rojeke dîrokî ye

.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz beriya nîqaşkirina pêşniyaryasaya nû ya çareseriyê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê daxuyaniyeke balkêş da.

Yildiz destnîşan kir ku di ser banga Bahçelî ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an re 655 roj derbas bûne û got:

“Di vê heyamê de spas ji Xwedê re xwîn ji pozê leşkerekî me nehatiye û agir bi mala ti kesî neketiye.”

Yildiz her wiha da zanîn, ew li bendê ne ku ev pêşniyar li parlamentoyê bi piraniyeke têrker bê pejirandin.

Beriya "Pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku tê çaverêkirin îro li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê gotûbêjkirin, ji MHPyê peyameke girîng hat.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê û Parlamenterê Stenbolê Fetî Yildiz, di peyama xwe ya li ser medyaya civakî de îro wekî rojeke “dîrokî” bi nav kir.

Yildiz banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya di 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an de jî wekî xala destpêka vê pêvajoyê nîşan da û got:

“Îro rojeke dîrokî ye. Di ser banga dîrokî ya rêberê me Birêz Devlet Bahçelî ya di 22ê Çiriya Pêşîn a 2024an re 655 roj derbas bûn.”

Yildiz diyar kir ku di vê dema derbasbûyî de hêzên ewlehiyê ti ziyan nedaye û destnîşan kir ku ev rewş destkefteke wiha ye ku bi ti nirxên madî nayê pîvan.

Fetî Yildiz bilêv kir ku ev pêvajo bi vîna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bûye polîtîkayeke dewletê.

Yildiz bal kişand ser rola Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî û spasiya endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir û got:

“Serokê Meclisa me Birêz Numan Kurtulmuş hevkariyên giranbuha kirine û keda wî pir mezin e. Hemû endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê jî bi fedakarî xebitîn.”

Yildiz her wiha spasiya wan parlamenteran jî kir ku di dema nîqaşkirina pêşniyaryasayê de bi rexneyên xwe piştgirî daye pêvajoyê.

Ev peyam, piştî wan nîqaşên tund ên di navbera parlamenterên desthilat û mixalefetê de hat ku li Komîsyona Dadê li ser xalên pêşniyarê derketibûn.

Yildiz anî ziman ku rexneyan jî bandoreke erênî li pêvajoya yasayî kiriye û got:

“Em spasiya yek bi yek hemû parlamenteran dikin ku di dema gotûbêjkirina pêşniyaryasayê de bi rexneyên xwe hevkariyê dikin.”

Yildiz di dawiya peyama xwe de hêviyên xwe yên derbarê dengdana li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de eşkere kirin û anî zimên:

“Em hêvî dikin ku Yasaya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya ku em li bendê ne li parlamentoyê bi piraniyeke têrker bê pejirandin, ji bo welat û miletê me bibe cihê xêrê.”

Daxuyaniya Yildiz bi tevahî wiha ye:

"Îro rojeke dîrokî ye.

Di ser banga dîrokî ya rêberê me Birêz Devlet Bahçelî ya di 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an re 655 roj derbas bûn.

Di vê heyamê de, spas ji Xwedê re, xwîn ji pozê ti leşkerê me nehatiye û agir bi mala ti kesî neketiye.

Ev rastî bi tu nirxên madî yên cîhanê nayê pîvan.

Pêvajoya Tirkiyeya Bê Teror, bi vîna Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan veguheriye polîtîkayeke dewletê, Serokê Meclisa me Birêz Numan Kurtulmuş hevkariyên giranbuha kirine û gelek keda wî heye.

Hemû endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi fedakarî xebitîn. Em yek bi yek spasiya wan hemûyan dikin.

Em spasiya yek bi yek hemû parlamenteran dikin ku di dema gotûbêjkirina pêşniyaryasayê de bi rexneyên xwe hevkariyê dikin.

Em hêvî dikin ku Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya ku em li bendê ne li parlamentoyê bi piraniyeke têrker bê pejirandin, ji bo welat û miletê me xêrê bîne."

Beriya nîqaşên li Lijneya Giştî yên li ser pêşniyarê, di nava Partiya NÛ de ji bo dengdanê nerînên cuda derketin holê.

Hinek parlamenteran diyar kir ku ew dê dengê “na” bidin lê hinek kesên din jî eşkere kir ku tevî rexneyên xwe, dîsa jî ew dê piştgiriyê bidin vê pêşniyarê.

KURDÎ Haberleri

Sûriye û Rûsya li ser radestkirina firokxaneya Himêmîm û bendera Tertûsê li hev kirin
Parlamentoya Tirkiyeyê îro denganê li ser projeqanûna aştiyê dide
Vahap Coşkun: Armanca yasaya nû çekdanîn e, ne çareserkirina pirsgirêka Kurdan e
Alîkariya ji bo koçberên Serê Kaniyê hat zêdekirin
Îran: Niha ti gotûbêjên me û Amerîkayê nînin