1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Wezareta Karên Derve li ser şerê Dêrezorê daxuyanî da
Wezareta Karên Derve li ser şerê Dêrezorê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve li ser şerê Dêrezorê daxuyanî da

Wezareta Karên Derve li ser şerê HSD û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê got ku ew “rewşê ji nêzîk ve û bi nîgeranî dişopînin.”

A+A-

 

Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser şerê di navbera HSD û Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê de daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got:

“Ev kar beşeke hewildanên nû yên rêxistina terorî ne ku dixwaze gelên qedîm ên Sûriyeyê bi tundûtûjî, zext û guvaşê û binpêkirinên mafên mirovan bixe bin bandora xwe.

Em hêvî dikin ku ew kesên piştevaniyê dikin û di bin navê rûbirûbûna DAIŞê de armanc û niyeta rêxistina terorî pîne dikin jî bêyî ku dereng bimînin vê armanca rast a rêxistina terorî bibînin.

Daku Kurdên Sûriyeyê jî di nav de rê li ber êşandina zêdetir a pêkhateyên qedîm ên navçeyê bê girtin.”

Çi rû da?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 52 kes hatine kuştin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.