1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Trump: Plasma rêjeya mirina bi Coronayê %35 kêm dike
Trump: Plasma rêjeya mirina bi Coronayê %35 kêm dike

Trump: Plasma rêjeya mirina bi Coronayê %35 kêm dike

A+A-

Serokê Amerîkayê Donald Trump do konferanseke rojnamevanî de behsa wan pêşveçûnên giring ên çareserkirina Coronayê kir û ragihnad, datayên ber dest wiha nîşan didin ku bikaranîna plasmayê rêjeya mirina bi Coronayê bi qasî %35 kêm dike.

Donald Turmp li Koşka Spî ji rojnamevanan û medyayê re axivî û got, me çareseriyeke giring ji bo pêketiyên Coronayê dîtiye û qonaxên dîtina vaksînê baş birêve diçin.

Trump got: “Ev çareseriyeke gelek bihêz e ku dije vîruseke pir pir bihêz ji xwîna wan nexweşên hatine çareserkirin, bo laşê wan kesan tê veguhastin ku şerê vîrusê dikin.”

Ragihandina ew corê çareseriyê ji bo nexweşiya Coronayê ji aliyê Trump ve piştî wê yekê tê, ku heftiya bihorî  çend berpirsên Koşka Spî ragihandin, sedemên siyasî li piştî paşxistina tomarkirina vaksîna Coronayê ji aliyê saziya xorak û dermanan a Amerîkayê FDA ve hebûne.

Saziya xork û dermanan a Amerîkayê FDA berî konferansa rojnamevaniya Trump, di daxuyaniyekê de têkildarî tomarkirin û qebûlkirina palsmayê ve gotibû, ev berhem dibe ku xwedî bandor be di çareserkirina pêketiyên Coronayê de.

Komîserê saziya xorak û dermanan a Amerîkayê, Stephen Hahn di konferansa rojnamevanî de piştî Trump axivî û da xuyakirin, “ew kesên ku di sêyemîn roja pêketinê de plasmayê werdigirin, herî zêde sûdê jê dibînin.”

Bikaranîna wê plasmayê bi gotina Trump û saziya FDA, bi rêjeya %35 rêjeya mirina bi sedema Coronayê kêm dike. Stephen Hahn got: “Di çêkirina derman de me xewan bi wê yekê didît ku dermanek be bikaribe bi rêjeyeke wisa pêketiyên Coronayê ji mirinê rizgar bike.”

Ew yek di demekê de ye ku li gor amarên Worldmeters, heta niha li Amerîkayê pênc milyon û 872 hezar û 138 kes ji pêketiyên Coronayê hatine tomarkirin, ku ji wan 180 hezar û 563 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 milyon û 160 hezar û 978 kes jî baş bûne.

Li seranserê cîhanê jî 23 milyon û 567 hezar û 796 pêketiyên Coronayê hatine tomarkirin, ku 812 hezar û 53 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 milyon û 66 hezar û 470 kes baş bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.