
Sefîn Dizeyî: Ji bo referandumê komîsyon amade ye
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniyek rojnamevanî da
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ji bo lidarxistina referanduma serxwebûnê komisyona hilbijartinan û referandumê amadebûna xwe ragihandiye.
Sefîn Dizeyî îro li Hewlêrê di konfranseke rojnamevanî de bersiva çend pirsyarên rojnamevanan da. Mijarên lidarxistina referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û sîstema paşekewta mûçeyên fermanberên hikûmetê ji mijarên serke yên daxuyaniya Dizeyî bûn.
Derbarê referandumê de ku îro di civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de biryar li ser lidarxistina wê hat dan, Dizeyî ragihand: “Referandum mafekî rewa ye ku divê ji xelkê Kurdistanê were pirsîn, ku bi xwe paşeroja xwe ya bi Iraqê re diyar bikin.”
Dizeyî got: “Referandum tiştekî veşartî nîne û 4 sal berî niha behsa wê hatiye kirin. Ji ber êrişa DAIŞê ewlewiyeta me (karê me yên bingehîn) guherî ji bo şerê DAIŞê, niha jî ku DAIŞ ber bi şikestê ve diçe, ev mijar cardin tê gotûbêjkirin. Komisyon jî ji bo encamdana referandumê di dema xwe de, amadeyiya xwe nîşan daye.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Lidarxistina referandumê ji bo wê yekê ye ku were nîşandan ku xwasteka serxwebûnê, tenê xwasteka aliyekê nîne, belku xwasteka hemû xelkê Kurdistanê ye.”
Sefîn Dizeyî diyar kir: “Lidarxistina referandumê nayê wê wateyê ku yekser dewleta serbixwe ya Kurdistanê were ragihandin.”
Li ser biryara duh a Parlamentoya Iraqê ya derbarê hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê de ku biryara daxistina wê kiriye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Ewa ku li Parlamentoya Iraqê qewimî, tenê biryarek e û parlamenterên Kurd jî bi yekdengî li dijî wê rawestiyane. Li gorî destûrê, (ev biryar) neyasayî ye û Encumena Parêzgeha Kerkûkê dikare cîbicî neke. Aliyê ku dikare biryara yekalîker bide, tenê dadgeha federal e.”
Derbarê guhertinên di sîstema paşekewtkirina mûçeyên fermanberên hikûmeta de jî, Sefîn Dizeyî got, “eger biryar were dayîn, dê destkarî di mûçeyên hemû wezaret û karmendan de bihê kirin, lê belê heta niha ti biryarek li ser wê yekê nehatiye dan.”
Destpêka îsal gotegotek hatibû belavkirin, ku di demsala îsal de sîstema paşekewtkirina mûçeyan dê were sererastkirin û guhertin têde were kirin. Herwiha dengoya wê yekê jî heye, ku meha 6 a îsal dê destkarî di mûçeyên fermanberên Wezareta Perwerdeyê de were kirin.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.