
Rûsya polîsên leşkerî şand Sûriyê
A+A-
Rûsya, hezên polîs şand Sûriyê. Li gor ragihandina ku ji wezareta bergiriyê ya Rûsyayê hatiye kirin, wê polîsên leşkerî li devera nêzî Şamê, li Guta rojhilat, wê wezîfe bikin. Rêvebiriya Rûsyayê van polîsan di çarçoveya lihevkirina bi muxelafeta Sûriyê re şandiye Şamê.
Rûsya weha ragihand: “Ji bo rawestandina şer, polîsê federasyona Rûsyayê, di 21 û 22 yê hezîranê de, polîs gihîştiye du ciyên ku lê kontrol têkirin û 10 ciyên navendî yên ku çavdêrî lê tên kirin. Wê tîmên me, li gor peymanê, li rojavayê başûr, li deverên ku ji şer hatine paqijkirin, wezîfe bikin.”
PEYAMAKURD
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.