1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê: Em pêwîstiyên koçberên Rojava digihînin YE
Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê: Em pêwîstiyên koçberên Rojava digihînin YE

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê: Em pêwîstiyên koçberên Rojava digihînin YE

A+A-

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Ewropayê Dilawer Ajgeyî ragihand ku wan hemû data û zaniyarî derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê pêşkêşî wan kirine kongreya Brûkselê kirine.

Pêncemîn konferansa alîkariya Sûriyê li Brukselê tê sazkirin. Di konferansa li Brukselê de, daxwaz ji Civaka Navdewletî ê kirin alîkariya xelkê Sûriyê bikin û pereyan ji bo wan kom bikin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Rûdaw re ragihand, ku ji bo kongreya Brukselê ew hatine vexwendin û wan hemû data û zaniyarî derbarê penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê de pêşkêşî wan kirine.

Dilawer Ajgeyî diyar kir ku ew hêvî dkin, piştî bidawîhatina kongireyê, bi rêya rêxistinên navdewletî û ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, proje ji bo alîkarîkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê werin bicîkirin û got, ku ew berdewam data û zanyariyaran di derbarê penaber û koçberan de digihînin Yekîtiya Ewropayê.

Wezîrê Derve yê Iraqê di wê kogreyê de beşdar nabe, û nûneratiya Herêma Kurdistanê jî gotara xwe pêşkêş nake, lê datayên xwe bi rêya raporekê pêşkêşî rêxistinan û welatên xwebexş dike, ji bo ku penaberên Rojavayê Kurdistanê ji projeyan bê par nemînin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.