1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Ukraynayê şer: Kuştî û birîndar hene
Li Ukraynayê şer: Kuştî û birîndar hene

Li Ukraynayê şer: Kuştî û birîndar hene

A+A-

Artêşa Ukrayne ragihand ku li navçeya rojhilatê Ukraynayê ya ku dibin destê grûpên ser bi Rûsya de ye leşkerekî wan hat kuştin û sê leşkerên din jî birîndar bûn,

Li rojhilatê Ukraynayê careke din di navbera artêşa Ukraynayê û grûpên ser bi Rûsya de şer derket û di encamê de leşkerekî Ukraynî hat kuştin sê leşker jî birîndar bûn.

Hejmara leşkerên Ukraynayê yên ku di dema hefteykê de hatine kuştin gihîşt 4an.

Li gor artêşa Ukraynayê, li bereyên pêşî leşkerên wan bi mûşek, tifing û topan tên armanckirin.

Di 2014an de li Rojhilatê Ukraynayê ji despêka şerê di navbera artêşa Ukraine û grûpên ser bi Rûsya de, bi taybet piştî ku Rûsya dest danî ser nîvgirava Qerimê, heta niha 13 hezar kes hatin kuştin.

Di sala 2020an de piştî ku li wê navçeyê agirbest hat ragihandin, dema ku Moskow bo dema çend hefteyan nêzîkî 100 hezar leşker li ser sînorê Ukraynayê belav kir carekek din îsal şer û alozî di navbera herdû aliyan de derket.

Etiketler : , , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.