1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Herêma Kurdistanê 905 kes bi coronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê 905 kes bi coronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 905 kes bi coronayê ketin

A+A-

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 905 kes bi vîrusa coronayê ketin û 3 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 691 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 89 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 905 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 691 nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 1, Silêmaniyê 1 û Duhokê 1 bi giştî 3 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 2 milyon û 178 hezar û 558 pişkinînên coronayê hatin kirin, ji wan 191 hezar û 290 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 177 hezar û 901 kes baş bûne û 4 hezar û 521 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.