1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Li Herêma Kurdistanê 725 kes bi koronayê ketin
Li Herêma Kurdistanê 725 kes bi koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 725 kes bi koronayê ketin

A+A-

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 725 kes bi vîrusa koronayê ketin û 5 nexweş bi koronayê  jiyana xwe ji dest dan û 283 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 7 hezar û 9 pişkinînên koronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de 725 pêketiyên nû yên koronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 238 nexweşên koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de li Hewlêrê 1, Duhokê 3  û li Raperînê 1 bi giştî 5 kes bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 118 hezar û 137 kes tûşî vîrusa koronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 107 hezar û 878 kes baş bûne û 3 hezar û 627 tûşbûyên koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.