1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kurd êdî bi DYE-yê bawer nînin
Kurd êdî bi DYE-yê bawer nînin

Kurd êdî bi DYE-yê bawer nînin

A+A-


Refa siyasî ya Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) a bi serektîya YPG-ê Meclisa Sûrîyeya Demokratîk (MSD) li Şamê bi destûrdarên dewletê re kom bû.

 

Di kombûnê de li ser derbasbûna sepeya-ordîya Sûrîyeyê bi rojhilatê Feratê ve hat axaftin.

Li gora haydarîyên ji MSDê sitandî, meha çûyî bi ḥikûmeta Sûrîyeyê re li Qamîşloyê hatiye axaftin.

Umer Osêyê parlamenterê Partîya Besê ji Spûtnîkê re li ser vê mijarê weha axaftiye:

“Dan û sitandinên kirî, yên fermî-resmî yên pêşîn in. Ez jî wek parlamenterekî Kurd, ji bo serfirazîya dan û sitandinan, çi ji destê min bê ez ê bikim.

Alî, berî dan û sitandinên li Şamê, li Tebqayê hev dîtibûn.

Di dan û sitandina Tebqayê de biryar-qerar hatibû dayîn ku muhendîsên Dewleta Sûrîyeyê li bendava-lîça Sûrîyeyê bi cîh bibin.

Dan û sitandina li Şamê ji kombûnên Cenevê û yên Astanayê girîngtir in.

Di dan û sitandinê de Elî Memlûkê berpirsîyarê-mesûlê Nivîsîngeha Ewlehîya Neteweyî û şîretkarên wî jî hebûne.

Memlûk, ji alîyê Beşar Esedê serekdewletê Sûrîyeyê ve ji bo pirsa Kurd û dosyeya “Bakurê Sûrîyeyê” hatibû wezîfedarkirin. Lê ji alîyê siyasî tu kes tune bû. Hîvîya min ew e ku di pêş de wezîr jî wek alîyên siyasî hebin.

Ez hîvî dikim ku sepeya-ordîya Sûrîyeyê derbasî rojhilatê Feratê jî bibe. Em naxwazin rojhilatê Feratê bibe wek Efrînê.

Dê sepeya-ordîya Sûrîyeyê derbasî rojhilatê Feratê bibe.

Mafê sepeya-ordîya Sûrîyeyê heye ku derbasî Ḥesiça û Reqqayê bibe. Ji ber ku ew der axa Sûrîyeyê ne. Eger sepeya-ordîya Sûrîyeyê derbasî rojhilatê Feratê nebe xetera derbasbûna Tirkîyeyê ya wan deran heye.

Osê dibêje êdî Kurd bi DYE-yê ewle nînin:

“Kurd, wisa bawer in ku DYE, wek cara Efrînê îxanetê li wan bikin. Bi şamê ewle ne.”

Li bajarên Ḥesiça û Qamîşlîyê hem eskerên sepeya-ordîya Sûrîyeyê û hem jî yên HSD-ê hene.

Li Qamîşloyê 3 tax jî di destê sepeya-ordîya Sûrîyeyê de ne û dezgehên dewletê li wan hene.

Li Ḥelebê, taxên Eşrefîyeyê û Şêxmeqsûdê di destê YPG-ê de ne.

YPG di meha Adarê de li Ḥelebê şeş taxan (meḥelleyan) ji  sepeya Sûrîyeyê re hiştibû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.