1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Îtalyayê tevahiya leşkerên xwe ji Efxanistanê vekişand
Îtalyayê tevahiya leşkerên xwe ji Efxanistanê vekişand

Îtalyayê tevahiya leşkerên xwe ji Efxanistanê vekişand

A+A-

Piştî Almanyayê, Îtalyayê jî hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişandin. Wê yekê hevwelatiyên Efxanistanî dilgiran kiriye, lêbelê hejmarek berpirsên Efxanî dibêjin, hêzên ewlekariyê yên wî welatî dikarin li hember êrişên Talibanê rawestin.

Hêzên Îtalî di çarçoveya erkên NATO de, li parêzgeha Heratê ya li rojavayê Efxanistanê hatibûn bicihkirin.

Îtalyayê 900 leşker, 148 barhilgirên leşkerî û 8 firokeyên cengî di çarçoveya karên NATOyê de li Efxanistanê bi cih kiribûn.

Di dema 20 salên derbasbûyî de, 53 leşkerên Îtalya, li Efxanistanê hatine kuştin û 732 leşkerên din jî birîndar bûne. Lê roja 30î Hezîrana 2021ê hemû hêzên xwe vekişandin û binkeyên  serbazî radestî hêzên ewlekariya Efxanistanê kirin 

Sebûr Xane, Parêzgarê Heratê dibêje: “Êdî hêzên biyanî li vir nînin. Hêzên emnî yên Efxanistanê hêza mîsogerkirina seqamgîriyê heye.  Li vi li navçeya rojava, bi taybet jî li Hîrat, hêzên ewlekariyê yên Efxanistanê hemû erk girtine stûyê xwe û tevgerên Talîbanê rawestandine.”

Amerîka û welatên din ên Hevpeymaniya NATOyê, meha Nîsanê biryar dan ku 9 hezar û 600 leşkerên xwe heta 11ê Îlona îsal ji Efxanistanê vekişînin.   

Heta naverasta vê mehê, ji tevahiya 4 hezar serbazên Amerîkî, tenê  650 ji wan, ji bo parastina Balyozxaneya Amerîkayê û Firokexaneya Kabulê li Efxanistanê dimînin.

Vekişîn ji yekê meha Gulanê ve destpê kiriye. ji wê demê ve êrîşên tevgera Talibanê jî zêde bûne. 

Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê dikin ku ji wê demê ve heta niha Talîbanê zêdetir ji 50 bajar û bajarokan kontrol kirine.

NY qala wê dike, piştî vekişîna hêzên biyanî, senaryoyên xirab li benda Efxanistanê ne.

Encûmena Aştiyê ya Efxanistanê jî ku hewla rêkeftina aştiyê di navbera Hikûmeta Kabul û Talîbanê dide, vê yekê piştrast dike.

Serokê Encûmena Aştiyê li Efxanistanê, Ebdullah Ebdullah ragihandiye: “Rastî ev e, îro jiyan, asayîş û yekitiya Efxanistanê di metirsiyê de ye. Dûbare dikim, tu rêyeke çareseriyê ji aştiyê baştir nîne.”

Zêdehiya ew navçeyên ku tevgera Talîbanê dest bi ser de girtine, dikevin bakurê Efxanistanê, ew cihê ku pêştir Tevgera Bakur û hêzên wê eniya dijî Talîbanê têde desthilatdar bû.

Li gor rêkeftina di navbera wan de, pêwîst bû Talîban li beramber vekişîna hêzên biyanî, êrîşên xwe yên bo ser hêzên hikûmeta Efxanistanê bide sekinandin.

Niha Amerîka û welatên rojava tekez li ser wê yekê dikin ku piştî vekişîna wan, Kabulê bi tenê bi cih nahêlin û hevkariya wê dikin.

 

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.