
Îsal çûna koçberan bo Ewropayê ji sedî 75 zêde bûye
Di heşt mehên yekem ên îsal de zêdeyî 188 hezar koçber bi rêyên qeçax çûne welatên Yekîtiya Ewropayê.
Ajansa Çavdêrîkirina Sînorên Welatên Ewropayê ku wek Frontex tê naskirin, amarên taybet bi çûna koçber an penaxwazan bi rêyên qeçax bo welatên Yekîtiya Ewropayê belav kirin.
Li gor amarên Frontexê, di heşt mehên yekem ên îsal de zêdeyî 188 hezar penaxwaz çûne Ewropayê û ev jî bilindtirîn hejmara çûna koçberan e bo Ewropayê ku ji sala 2016an ve hatibe tomarkirin. Ajansa navbirî ew yek jî eşkere kiriye ku li gor heman dema sala 2021ê, çûna koçberan bo Ewropayê jî sedî 75 zêde bûye.
Frontexê diyar kiriye ku tenê di meha Tebaxa borî de, 32 hezar û 600 penaxwaz bi awayekî ne yasayî çûne Ewropayê û ev jî li gor heman meha Tebaxa 2021ê, ji sedî 35 zêde bûye. Frontex dibêje, çûna koçber an penaxwazan bi beleman bo Brîtanyayê li gor sala derbasbûyî, ji sedî 80ê zêde bûye û eşkere kiriye ku di heşt mehan de 41 hezar û 67 koçber di Kanala Ingilîz re çûne nav sînorên Brîtanyayê.
Derbarê çûna koçberên Ukraynayê de, Frontexê eşkere kiriye ku ji destpêka êrîşa Rûsyayê ve bo ser wî welatî, ji 24ê Sibata îsal ve zêdeyî 8 milyon û 800 koçberên Ukraynî çûne welatên Ewropayê.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.