1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hikûmeta Sûriyê rê nade Kurdan biçin Şam û Helebê
Hikûmeta Sûriyê rê nade Kurdan biçin Şam û Helebê

Hikûmeta Sûriyê rê nade Kurdan biçin Şam û Helebê

A+A-

Hikûmeta Sûriyê rê nade Kurdan ku biçin Şam û Helebê. Li ser xala kontrolê ya Emn Eskerî li ser riya Helebê, nasnameyên hemû rêwiyan tên kontrolkirin, eger bê zanîn ew Kurd bin, bi eşkere ji wan re dibêjin, dakevin û divê vegerin cihê ku tu jê hatine.

Li ser xala kontrolê ya Emn Eskerî ne tenê rêwiyên Kurd tên vedigerandin, şofêrê otobusan jî nabe ku Kurd bin. Tenê mafê Ereban heye derbasî Heleb û Şamê bibin.

Gelek welatiyên Kurd ji Rûdawê re piştrast kirin ku ji bo nexweşiyê xwestine biçin Şamê, lê hatine vegerandin.

Li ser vê yekê xelk niha naçar in bi rêya balafirxaneya Qamişlo biçin Şamê. Lê çûndina bi riya esmanî jî bihaye, ji bo her kesekî bilêt bi 300 hezar lîreyê Sûrî ye.

Balafira Moşin ya şehin (barhilgir) jî erzane bi 30 hezar lîreyan e, lê 500 kes li ser piyan li ser serê hev radiwest in, ji bo nexweşan jî ew balafir zehmet e.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.