1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Hejmara qurbaniyên ketina firokeya Filipînê gihîşt 50 kesan
Hejmara qurbaniyên ketina firokeya Filipînê gihîşt 50 kesan

Hejmara qurbaniyên ketina firokeya Filipînê gihîşt 50 kesan

A+A-

Hejmara qurbaniyên bûyera ketina firokeyeke serbazî ya Filipînê her ku diçe zêdetir dibe û li gor artêşa Filipînê, heta niha 50 kesan di bûyerê de canê xwe ji dest dane.

Roja Yekşemê firokeyeke serbazî ya artêşa Filipînê li navçeya Sulu ya ser bi Girava Jolo ve di dema danînê de rastî pirsgirêkê hatibû û agir bi firokeyê ketibû.

Firokeyê hejmarek efserên artêşa Filipînê ku xûleke rahênana serbazî temam kiribûn û ji girava Mindanao bo girava Jolo li başûrê Filipînê vediguhast

Ew demek e pisrgirêk û alozî li herdu giravên Mindanao û Jolo hene û şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û grûpa çekdar a îslamî ya bi navê Ebû Seyaf de çêdibin.

Derdora 100 leşkerên Filipînî ku nû derçûbûn û hejmarek karmendên sivîl di wê firokeya ji corê C-130 Hercules de bûn.

Artêşa Filipînê ragihandiye, 50 leşker û karmendên sivîl ku di firokeyê de bûn, canê xwe ji dest dan, herwiha 49 leşker û 4 kesên din ên sivîl jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Herwiha hatiye ragihandin ku heta niha 5 leşker winda ne.

Fermandarê Artêşa Filipînê, Ceneral Cirilito Sobejana ragihand dema firokeyê ji navçeya  Cagayan de Oro li girava Mindanao li Başûrê Filipînê, leşker vedughestin û ber bi girava Jolo ve diçû, rêya xwe winda kir û ji kontrolê derket.

Berdevkê Hêzên Esmanî yên  Filipînê Colonel Maynard Mariano ragihandiye, lêkolîn derbarê ketina wê firokeyê de tên kirin.

Ji aliyekî din ve Berdevkê Artêşa Filipînê Ceneral Edgard Arevalo ragihand ku ew bûyer bi qestî nehatiye kirin û firoke rastî ti êrîşan nehatiye.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.