1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. ENKSê daxuyanî da: Em pabendî ti dokyumentan nabin
ENKSê daxuyanî da: Em pabendî ti dokyumentan nabin

ENKSê daxuyanî da: Em pabendî ti dokyumentan nabin

Nûnerên ENKSê yên di danûstandinên Cinêvê de îro daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin,

A+A-

ku ew beşdarbûna xwe di vê gera danûstansinên Cinêvê de didin sekinandin û tekez kirin, ku  nûnerên Heyet El-Tensîq û çend kesên din ên di nav Desteya Bilind a Danûstandinan de li dijî doza Kurdan derketine.

 

Her sê nûnerên Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên di danûstandinên Cinêvê yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê de, Ebdulhekîm Beşar, Fuad Elîko û Hewas Egîd li ser beşdarbûna xwe di gera pêncemîn a hevdîtinên Cinêvê de daxuyaniyek weşandin.

 

Di beşeke vê daxuyaniya nûnerên ENKSê yên li  Cinêvê de tê gotin: “Em spasiya kesên nişîtmanperwer dikin ku li kêleka me rawestiyane.”

 

Nûnerên ENKS di danûstandinên Cinêvê de: “Em beşdarbûna xwe di civînên vê gera Cinêvê ya Desteya Bilind de radigrin.”

 

Li gorî daxuyaniyê, nûnerên ENKS diyar kirine: “Em pabendî ti dokyumêntekê nabin ku bêyî me were qebulkirin.”

 

Agahiyên zêdetir tên…

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.