
Dewletmedarekî Urdinê: Îran dixwaze pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigire
Wezîrekî berê yê Urdinê dibêje, Îran dizane referandom û serxwebûna Kurdistana Iraqê dê Mehabadek din bîne serê wê lewma li dijî serxwebûna Kurdistana Iraqê ye.
Wezîrê berê yê rewşenbîrî û ragihandinê yê Urdinê Salih Qelab gotarek bi navê “Mehabad…Adrêsa Armancên Netewî yên Kurdan” nivîsiye ku di rojnameya Şerq el Ewset de belav bûye.
Salih Qelab behsa hewlên Serok Barzanî bo damezirandina dewleta Kurdistanê kiriye û gotiye, Serok Barzanî ew kesê ku alaya xebatê ji bavê xwe Mela Mistefa Barzanî wergirtiye, dixwast bi hikûmeta Iraqê re li ser qedera gelê Kurdistanê li hev bike lê fişarên derdor wisa kir ku referandoma serxwebûnê were paşxstin.
Wî dewletmedarê ereb her wiha gotiye, helbet referandom dê her were encamdan, jixwe biryar hatiye dayîn referandom di demek nêzîk de pêk were.
Salih Qelab behsa rola Îranê di astengkirina serxwebûna Kurdistanê de kiriye û gotiye, Îran dizane eger Kurdistana Iraqê ji Iraqê cihê bibe û bibe welatek serbixwe dê yekser bandorê li kurdên wî welatî bike û Mehabadek din bîne serê Tehranê. Ji ber wê jî Îran pêşiya her xebateka kurdan, ya ku bêhna serxwebûnê jê bê, digire. Îran ne dixwaze li Iraqê kurd bibin dewlet ne jî li Tirkiye û Sûriyê bibin xwedan statû.
Li gorî wî wezîrê berê yê Urdinê, li pişt wê helwesta tûj ya hikûmeta Iraqê li hember bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê jî Îran heye. Îran her wiha agirê navbera Hewlêr û Silêmaniyê jî gurr dike.
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.