1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Blinken û Çavuşoglu dê li Brukselê hevdîtin pêk bînin
Blinken û Çavuşoglu dê li Brukselê hevdîtin pêk bînin

Blinken û Çavuşoglu dê li Brukselê hevdîtin pêk bînin

A+A-

 Wezîre Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di 23-24ê Adarê de di Lûtkeya NATOyê de dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîre Derve yê Yunanê Nikos Dendias re bicive.

Li gorî zanyariyên ku hatine bidestxistin di 23-24ê Adarê de lui Brukselê Antony Blinken dê di serî de bi Wezîre Derve yê Yunanê Nikos Dendias re bicive.

Paşê Blinken dê bi  wezîre Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive û di derbarê mûşekên S-400an, pirsgirêka Derya Spî ya di navbera Tirkiyê û Yunanê û piştgirya Amerikayê ya bo Rojavayê Kurdistanê de biaxivin

Ev hevdîtîn dê bibe yekem bibe yekem hevdîtina rêveberiya Biden a rûbirû bi Tirkiyê re. Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden hê jî  tu awayî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan re hevdîtinek pê neaniye.

Di navbera Tirkiyê û amerikayê de gelek nakokî hene lê tu yek ji wan weke mûşekên S-400an têkiliyan hewqas xerab nekiribû. Ji ber vê yekê Amerîka di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li dijî Dijminên Amerîkayê (CATSA) dorpêçan li ser Tirkiyê sepande.

Ji ber girtina oposizyonan, îşkence û xerab bûna mafên mirovan têkiliyên Tikriyê her ku diçe xerab dibe.

Ji ber doza girtina HDPê, Amerîka di nav wan welatên yekem dabû ku bertekê nîşanî dabû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.