1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Amerîkayê dest bi proseya vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê kir
Amerîkayê dest bi proseya vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê kir

Amerîkayê dest bi proseya vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê kir

A+A-

Amerîkayê di çarçova rêkevtina li gel Talîbanê, dest bi proseya vekişandina ‎hêzên xwe ji Efxanistanê kir.‎

Berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê, ragihand ku qonaxa destpêkê ya ‎vekişandina hêzên wan ji Efxanistanê dest pê kiriye.

Her li gor daxuyaniyên wî berbirsê Amerîkî ku navê xwe aşkere nekiriye, li gor rêkeftina navbera Talîban û Amerîkayê, Washington divê di ‎dema 10 rojan de piştî îmzekirina rêkeftinê, dest bi vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê ‎bike û di 14 mehan de jî proseya vekişandinê temam bike.‎

Niha hejmara hêzên Amerîkayê li Efxanistanê 13 hezar serbaz dibe, li gor rêkeftinê jî, Amerîka di ‎qonaxa yekem de 8 hezar serbaz li Efxanistanê kêm dike.‎

Gotûbêjên berfireh ên navbera Amerîka û nûnerên Talîbanê ji 2018ê ve li Dohaya Qeterê destpê kiribûn ‎û yek ji bendên girîng vekişîna hêzên Amerîkayê bû ji Efxanistanê bi du qonaxan. Qonaxa yekem piştî 4 ‎meh û 2 hefteyan destpê dike û Amerîka ji 14 hezar serbaz ku ji sala 2001ê ve li Afganîstanê bicîh kirine, ‎‎8 hezar û 600 serbazan vedikişîne. Qonaxa duyem jî vekişandina wan 5 hezar û 400 serbazan e ku ‎dimînin, ew jî piştî 14 meh di ser qonaxa yekem re derbas dibin destpê dike.‎

Lê herdu qonax jî bi merc in, divê Talîban peywendiyên xwe ligel Qaîde û grûpên çekdar ên radîkal qut ‎bike û li ber wan grûpan bibe rêgir ku hewl didin êrîşên çekdarî û kiryarên tûndûtûjî bikin. Herwiha dest ‎bi gotûbêjên ligel hikûmeta Efxanistanê bike ku heta berî îmzekirina vê rêkeftinê, Talîbanê ew hikûmet ‎wek kafir, nerewa û kirêgirtiyê Amerîka û Rojava binav dikir, niha ku rêkeftin hatiye îmzekirin, heta roja ‎‎29ê Gulana îsal jî, hikûmeta Efxanistanê Rêxistina Talîbanê ji lîsteya rêxistinên qedexe û cezakirî ‎derdixe.‎

Heta niha behsa hûrgiliyên taybet bi sîstema siyasî ya nû ya Efxanîstanê piştî vê rêkeftinê nehatiye ‎kirin, lê di gotara taybet bi merasîma îmzekirina rêkeftinê de, Talîbanê li ser zimanê Nûnerê Talîbanê ‎Mulla Ebdulxenî Birader tekez li ser girîngiya danîna sîstemeke Îslamî ya bihêz li Afganîstanê kir.

Ji xeynî hêzên Amerîkayê, NATO û hevpeymanên wê ki ji 39 welatan pêk hatine nêzîka 17 hezar ‎serbazên xwe li Efxanistanê bicîh kirine ku rahênanê bi hêzên hikûmeta Efxanistanê dikin û di warê ‎serbazî de dibin hevkar. Li gor rêkeftinê, NATO jî hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vedikişîne.‎

Piştî êrîşa 11ê Îlona sala 2001ê, Amerîkayê hêza serbazî bi nav Efxanistanê û dijî Talîban û Qaîdeyê dest ‎bi şer kir. Şerek ku baca wê bo Amerîkiyan 2 hezar û 400 serbazên Amerîkî û xerckirina zêdeyî yek ‎trîlyon dolar bû. Bo Efxaniyan jî, kuştin û birîndarbûna bi dehan hezar xelkên sivîl, serbazên Efxanî, ‎çekdarên Talîban û wêrankirina serxan û jêrxana aborî ya welatê wan bû.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.