1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Zilamê YPGê protestokirî, jiyana xwe ji dest da!
Zilamê YPGê protestokirî, jiyana xwe ji dest da!

Zilamê YPGê protestokirî, jiyana xwe ji dest da!

Zilamekî li Kobanî weke nerazîbûnekê li pêş baregeha Rêveberiya Xweser agir berdabû bedena xwe, jiyana xwe ji dest da.

A+A-

Zilamekî li Kobanî weke nerazîbûnekê li pêş baregeha Rêveberiya Xweser agir berdabû bedena xwe, jiyana xwe ji dest da.
 

Feysel Mistefa Hecano roja 26ê Cotmehê weke nerazîbûnekê li ser birina keça wî bo nav refên Yekîneyên Parastinan Jinan (YPJ) agir berdabû bedena xwe.
 

Li gorî agahiyan hemwelatiyê Kobanî, Feysel Mistefa Hecano, roja yekşemê, derdora saet 20.00ê li nexweşxaneyeke bajarê Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
 

Hatibû îdia kirin 2 kurên Feysel Mistefa di nav refên Yekîtiya Parastina Gel (YPG) de ne û wî daxwaz ji rayedarên YPJê kiribû ku keçe wî vegerin mal, lê ji ber ku ev daxwaza wî ne hatibû bicihkirin wî li ber avahiya Rêveberiya Xweser agir berdabû bedena xwe.
 

Hecano ji bo çareserya pizîşkî ji bo nexweşxaneyeke bajarê Meletiya Bakurê Kurdostanê hatbû veguhestin û roja yekşemê, 1ê mijdarê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.
 

Di 1ê Tîrmeha îsal de jî welatiyekî din ê Rojavayê Kurdistanê bi navê Welîd Ebdulrehman li pêş baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Silêmaniyê ji ber birina kurî wî bo refên Yekîtiya Parastina Gel (YPG), agir berdabû bedena xwe. 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.