1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih

Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih

A+A-

Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ragihand, welatên Ewropayê ne amade ne ji bo parastina rêjevtina etomî mesrefa aborî bidin û sozên xwe di pratîkê de cîbicî nakin.

 

Mimemed Cewad Zerîf derbarê pakêca Ewropayê ya bo parastina rêkevtina etomî got, weltên ewropî di qonaxa cîbicîkirina sozên xwe de rastî pirsgirêkan hatine û amade nînin, tevî pabendiya siyasî mesrefa darayî bikin ji bo parastina sozên xwe û rêkevtina etomî.

 

Zerîf dibêje, ewropî dixwazin destkevtan biparêzin, bêyî ku mesrefa maddî ji bo parastina wê bidin.

 

Wezîrê Derve yê Îranê tekez dike, tevî vê astengiyê jî Îran dê alîkariyên xwe li gel Ewropa, Çîn û Rûsya berdewam bike ji bo peydakirina rêçareyekê ji bo rûbirûbûna dorpêçên Amerîkayê.

 

Piştî ku Amerîkayê cîbicîkirina sizayên li dijî Îranê ragihand, welatên mezin ên Ewropayê yên weke Fransa, Almanya û Brîtanya û herwiha welatên din ên endamê Yekîtiya Ewropayê nerazîbûna xwe nîşan dan û ragihandin, ew dê bo berdewamîdana bi kar û tevgera bazirganiya bi Îranê re rêçareyekê bibînin.

 

Ev yek di demekê de ye, ku Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, John Bolton roja Sêşembiyê li Singapurê ragihandibû, ew dê ewqasî guvaşê bixin ser Komara Îslamiya Îranê, heta ku zuha dibe.

 

Boltin gotibû, ew dê bi hûrî çadêriya cîbicîbûna dorpêçên ser Îranê bikin û tekez kiribû, ku di demên pêş de dê sizayên nû jî di rê de bin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.