1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Zêdeyî 70 otomobîlên serbazî yên Amerîkî ji binkeyên xwe vekişiyan
Zêdeyî 70 otomobîlên serbazî yên Amerîkî ji binkeyên xwe vekişiyan

Zêdeyî 70 otomobîlên serbazî yên Amerîkî ji binkeyên xwe vekişiyan

A+A-

Îro hêzên Amerîkî ji balafirxaneya Sirîn a li Başûrê Kobanî û ji parêzgeha Reqayê ber bi parêzgeha Heseke çûn wek amadekarî bo vekişandina yek carî ji Rojavayê Kurdistanê. Hikûmeta Sûriyê ragihand ku hêzên artêşa Sûrî li binkeyên Amerîkayê bicîh bûne.

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah li ser rêya Til Temirê ragihand ku derdora 70 otomobîlên serbazî yên hêzên Amerîkî ji balafirxaneya Sirîn a li başûrê Kobanî herwiha ji parêzgeha Reqayê jêr çavdêriya hêzên Hevpeyamaniya Navdewletî vekişiyan û amadekariya bo vekişandina yek care ji Rojavayê Kurdistanê dikin.

Vîviyan Fetah dibêje hevdem ligel vekişîna wê hêza Amerîkî 3 helîkopterên amerîkî çavderiya rêya kir. Bi gotina peyamnêra Rûdawê pêştir hêzên Amerîkayê li Minbic, Kobanî, Girê Spî û Serê Kaniyê vekişiyabû.

Ji aliyê din ve Peyamenêrê Rûdawê Helkewt Ezîz jî ragihand ku îro Yekşemê (20.10.2019) hezeke serbazî ya Amerîkayê gihîşt binkeya serbazî û Balafirxaneya Qesrî ki dikeve ser rêya navdewletî ya Til Temir û Qamişlo û heta niha jî sedema vekişandina wê hêzê ne diyar e.

Helkewt Ezîz herwiha diyar kir ku ev vekişandina hêzên Amerîkayê di demekê de ye ku Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokatîk (HSD) Mazlûm Kobanî daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku pêgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêztir bike ku hemû tişt nekeve di bin kontrola Rûsyayê de.

Çend çavkaniyên xwecihî amaje pê kirin ku di çend rojên bê de wê Artêşa  Amerîka hêzên xwe ji navçeyên di bin destê HSDê de li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê vekişîne û bişîne Rojavayê Iraqê. 

Ev yek di demekê de ye ku 100 barhilgirên vala yên ser bi hevpeymaniya navdewletî ve ji Iraqê derbasî Qamişlo bûne.

Sûriye: Hêzên me li şûna hêzên Amerîkî bicîh dibin

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku piştî hêzên Amerîkayê çend pêgehên xwe li parêzgeha Hesekê vala kirin, hêzên  artêşa Sûrî li wan pêgehan bicîh bûn.

Li gor medya fermî ya hikûmeta Sûriyê, roja 19ê vê mehê hêzên artêşa Sûrî li koşka Yelda nêzîkî girê gundê Uxeybiş li rojavayê bajarokê Til Temir bicîh bûn.

Li gor heman çavkaniyê, artêşa Amerîkayê pêgehên xwe li gundê Qesrikê li ser rêya Til Temir-Qamişlo û li ser çiyayê Qezwanan li başûrê rojavayê Hesekê berî vekişandinê jinav birin.

Medyaya fermî ya hikûmeta Sûriyê herwiha amaje bi wê yekê jî da ku artêşa Amerîkayê bi rêya helîkopteran çekdarên DAIŞê ji gundê Ednaniyê li navçeya Dêrikê û herwiha ji bajarokê Şeddadî veguhestin Iraqê.

Piştî ku Tirkiyê roja 9ê mehê, li dijî Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyonê kir, artêşa Amerîkayê gelek pêgeh û bingehên xwe yên li bakurê rojhilatê Feratê vala kirin û jinav birin.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.