1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Zêdetir ji 50 baregehên hikûmî û partiyên siyasî hatin şewitandin
Zêdetir ji 50 baregehên hikûmî û partiyên siyasî hatin şewitandin

Zêdetir ji 50 baregehên hikûmî û partiyên siyasî hatin şewitandin

A+A-

Li Bexda û piraniya parêzgehên din ên Iraqê  piştî 3 hefteyan du roj berê xwepêşandanan dest pê kirine û di wan xwepêşandanan de alozî û tundûtujiyê rû dan. Jibilî bûyewrên kuştin û birîndarkirinê, zêdetir ji 50 baregehên hikûmî û partiyên siyasî û herwiha malên berpirsên bilepilind hatine şewitandin.

Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê derbarê xwepêşandanê li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê aşkere kir ku di xwepêşanan de di navbera xelkê ku daketiye kolanan û hêzên emnî de alozî û tundûtûjiyê rû dan. Li gor Komîsyona Mafên Mirovan di encama wan alozî û tundûtujiyan de zêdetir ji 50 baregehên hikûmî û partiyên siyasî û malên berpirsan hatine şewitandin.

Çavkaniyên emnî diyar dikin, li parêzgeha Wasitê ya Iraqê zêdetir ji 300 çekdarên nenas bi motorsîklet û peya êrişî baregehên partiyên siyasî û nivîsîngeha parlamenteran kirine û di encam de hejmareke baregehên hizbî û hikûmî hatine şewitandin û herwiha wan çekdaran teqe li xwepêşanderan û hêzên emnî kirine bi mebesta pêkanîna aloziyan, dûrxistina xwepêşanderan ji armanca wan bo aliyekî siyasî.

Her li bajarê Kutê yê navenda parêzgeha Wasitê xwepêşanderan mala wezîrê navxwe yê berê yê Iraqê Qasim Erecî ku yek ji serkirdeyên rêxistina Bedir e, şewitandin.

Li Babilê jî mala Serokê Lîjneya Darayî li Parlamentoya Iraqê Heysem Cibûrî ku ji hevpeymana Dewleta Yasa ya bi Serokatiya Nûrî Malîkî ye, hat şewitandin û pasewanekî wî hat kuştin.  Li Nasiriyê jî Rêveberê Nivîsîngeha Parlamenterê Saîrûn Xayt Emîrî hat kuştin.

Hevdem beşek ji wan hêzan çek hilgirtine û dibêjin parêzvaniyê li xwepêşanderan dikin. Li Meysanê Rêveberê Nivîsîngeha Esayîb Ehlî Heq û birayê wî hatin kuştin. Berdevkê Fraksiyona Sadîqûn Neîm Ebûdî ser bi Esayîb Ehlî Heq ve, ji Rûdawê re ragihand, “Rêveberê Nivîsîngeha Esayîb Ehlî Heq Wisam Elyawî û birayê wî di rûbirûbûna li hemberî xwepêşanderan birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin rakirin. Paşê hejmareke çekdarên nenas bi ser nexweşxaneyê de girtin û ew herdu kuştin.” Her li Mîsanê pevçûn di navbera hêzên Seraya Selam û Tevgera Ewfiya de rû da.

Li Dîwaniye li nav baregeha rêxistina Bedir de 12 term hatin dîtin ku tê gotin xwepêşander in û di baregehê de hatine şewitandin. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan li Iraqê Elî Beyatî jî ew zanyarî piştrast kirin.

Fermandarê Operasyonên Hevbeş li Iraqê hişyariyeke tund da ku ew dê rûbirûyî wan kesên ku mal û milkê giştî û taybetî dişewitînin bên û tekezî li ser wê yekê jî kir ku beşek ji xwepêşanderan hatine bikaranîn ku xelk û hêzên emnî dikujin û malê giştî û taybetî didizin û talan dikin.

Li gor dawîn amarên Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê roja derbasbûyî di encama pevçûn û aloziyên di xwepêşandanên li parêzgehên Iraqê, 30 kes hatine kuştin û 2 hezar û 312 kes jî birîndar bûne.

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.