1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. YNK: Referanduma serxwebûnê, ne taktîk e
YNK: Referanduma serxwebûnê, ne taktîk e

YNK: Referanduma serxwebûnê, ne taktîk e

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ragihand, YNK li ser xebata referanduma serxwebûna Kurdistanê berdewam e û got: “Referandum ne taktîk û karta zextê ye, tenê ji bo serxwebûnê ye.”

A+A-

 

 

Konseya Serokatiya YNKê îro li Silêmaniyê civînek li dar xist.

Piştî civînê Seidî Ehmed Pîre konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û diyar kir, ku di civînê de li ser geşedanên Herêma Kurdistanê û mijara referanduma serxwebûnê axivîne.

 

Seidî Pîre amaje bi wê yekê kir, ku YNK li ser xebata referanduma serxwebûna Kurdistanê berdewam e û got: “Referandum ne taktîk û karta zextê ye, tenê ji bo serxwebûnê ye.”

 

Herwiha Pîre destnîşan kir, YNK dê hewl bide ku Parlementoya Kurdistanê dest bi kar bike û got:

 

“Di vê mijarê de dê pêşniyarên me hebe û emê çareseriyên yasayî pêşkêş bikin. Gava parlemento girtî be, qala demokrasiyeke zindî nayê kirin. Ev mijar, ne girêdayî referandumê ye. Em hemû dixwazin parlemento cardin çalak be.”

 

Pîre aşkere kir, ku di civînê de li ser yekîtiya netewî û yekîtiya dengan sekinîne û got: “Armancên pîroz û mezin, divê ji ber pirsgirêkên bêfeyde yên berê, nebe qurbanî. Berevajî, pirsgirêkên bifeyde jî, divê ji bo armancên pîroz û mezin werin qurbanîkirin.”

Seidî Pîre cardin anî ziman, ku YNK li ser rêkeftina bi Tevgera Gorran re dilsoz e û got: “Weke ku her du partî li civîna hevpar a konseya serokatiyê diyar kiribû, divê Gorran di mijara medya û helwesta xwe de, li ser rêkeftinê dilsoz be.”

 

Herwiha di civînê de Hakim Qadir Hemecan, weke berdevkê YNKê hatiye diyarkirin.

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.