
Yekîtiya Ewropa, Herêma Kurdistanê dike mijara civîna xwe
Wezîrên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê sibe Duşemiyê dicivin û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê jî dibêje, “çend welatan soz dane ku dê behsa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên wê bikin.”
Sibe Duşemî wezîrên derve yên welatên endamê Yekîtiya Ewropayê li Bruksekê dicivin û li gor acendayakarên wan, dê di civîna xwe de behsa rewşa Etyopiya, Sûdan, Venezuela û Iraqê bikin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e di civînê de behsa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî bihê kirin. Her çend naveroka wê ji me re aşkere nekirine.”
Ajgeyî got: “Wiha tê texmînkirin ku behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê li gor destûrê û rêkarên Netewên Yekgirtî, tevî alîkariyên bo Herêma Krudistanê yên jibo rûbirûbûna tundrewiya li navçeyê bikin.”
HABERE YORUM KAT
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.