1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Yekîtiya Ewropa: Em dê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê
Yekîtiya Ewropa: Em dê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

Yekîtiya Ewropa: Em dê berdewam bin li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê

Cîgirê Sekretatiya Giştî ya Yekîtiya Ewropayê tevî şandeke pê re bi serdanekê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê ne û bi cuda li gel serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiyan.

A+A-

 

Şanda Yekîtiya Ewropayê di van civînan de tekezî li ser piştgiriya vê yekîtiyê bo Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.

 

Îro çarşembiyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Cîgirê Sekretatiya Giştî ya Yekîtiya Ewropayê yê bo karûbarên siyasî, Jean Christoph û Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Ramon Blîko û Seroka Ofîsa Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê, Klarîs Pastor û şanda bi wan re kir.

 

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de şanda Yekîtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û destxweşî li gotûbêjên navbera Hewlêr-Bexdayê kir. Şanda Yekîtiya Ewropayê herwiha hewlên Herêma Kurdistanê yên bo hewandin û parastina hejmareke zêde ya aware û penaberên destê terorê bilind nirxand û amadeyiya xwe bo piştevanîkirina Iraqê Herêma Kurdistanê di hemû waran de û bêtir xurtkirina pêwendiyên du alî jî nîşan da.

 

Di vê hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wan serdan û hevakriyên mirovî û serbazî yên çend welatên Yekîtiya Ewropayê yên bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî kir, ku ew alîkarî berdewam bin.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê bo pêşxistina pêwendiyên du alî yên li gel welatên Yekîtiya Ewropayê di warên cuda cuda de kir.

 

Di beşeke din a hevdîtinê de, çend mijarên girêdayî rewşa Iraqê, pêwediyên Hewlêr û Bexdayê, metirsiyên derketina terorê û hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo rêgirtin ji wê metirsiyê û gotûbêjên aliyên siyasî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

 

Serok Barzanî: DAIŞ ji aliyê serbazî ve hatiye têkşikandin, lê metirsiyên wê li Iraqê û Sûriyê her mane

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.