1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Yekîtîya Ereban destekê da Mexrîba ku têkilîyên xwe ji Îranê birrîye
Yekîtîya Ereban destekê da Mexrîba ku têkilîyên xwe ji Îranê birrîye

Yekîtîya Ereban destekê da Mexrîba ku têkilîyên xwe ji Îranê birrîye

A+A-


Meḥmûd Efîfîyê berdevkê Yekîtîya Ereban di danxuyandineke nivîskî de got “Yekîtîya Ereban li kêleka Meẍrîbê ye ku ji ber destwerdanên nabin werin qebûlkirin ên bi tahlûke yên Îranê têkilîyên xwe yên dîplomatîk ji Îranê birrîye.”

Di kombûna bilind a Yekîtîya Ereban a Erebistana Siûdîyê de biryara-qerarê li dijî tevgerên Îranê tevgera teqez a Ereban a li ser mijarê nîşan dide.

Bipêşveçûnên rûdayî nîşan didin ku welatên Ereb li dijî mebesta-hedefa Îranê ya belavkirina bêîstîqrarîyê û kaosê divê bêdeng neye mayîn.

Wezîrê Derve yê Meẍrîbê Nasir Bûrîtayî gotibû “Sazgeha Ḥîzbullahê bi Enîya Gelî ya Azadîya Sagûya Elhemra û Rîyo du Oroyê (Polîsaryo) re têkilî kiriye û ev awa gefê li ewlehî û îstîqrara welêt xwariye” û ji ber vê yekê jî ji Îranê têkilîyên xwe yên dîplomatîk birrîbû.

Meẍrîbê biryar da ku seferata xwe ya li Tehrana Îranê bigire û sefîrê Îranê yê Rebatê jî wek person nangrata (kesê nexwastî) dîyar kiribû.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : , ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.