1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Yekîtiya Avrupayê Têkiliyeke Bi Bingeh Xwast
Yekîtiya Avrupayê Têkiliyeke Bi Bingeh Xwast

Yekîtiya Avrupayê Têkiliyeke Bi Bingeh Xwast

A+A-

 

 

Johannes Hahn, Komserê Berpirsê Berfirehiya Komîsyona Yekîtiya Avrupayê (YA) ji bo Ajansa Nuçeya Almanê Dpa'yê axift û got: Têkiliyên di navbera YA û Tirkiyê da hewceye li ser bingeheke rast bêne avakirin.

Hahn got: Em li gel Tirkiyê ne endamtiyê, wekî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron goti ''Şirîkatiya stratejîk'' ava bikin baştire û em di wê hîvyê da ne ku endamên din yên Yekîtiya Avrupa vê pêşniyarê binirxînin.

Hahn di derheqê têkiliyên baş yên Tirkiyê li gel hinek Endamên Yekîtiya Avrupyê da got: Tenê bi gotinan têkilî baş nabin, ya muhîm têgehin û ev têgehe û bingeha têkiliyan nehatiye guhartin.

Hahn got: Nihe jî bi bi deh hizaran rojnameger, parêzer, aqademîsyen û wezîfedarên dewletê di hefsê da ne an jî derfetên wan yên aborî ji destê wan hatine standin. Ev tiştên ku ji aliyê dewleta huquqê ve nayêne qebul kirin niha jî dewam dikin.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.