1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. YE: Em ê Çavdêrîya Alîkarîyên me ji bo Multecîyan Daye Tirkîyeyê Bikin
YE: Em ê Çavdêrîya Alîkarîyên me ji bo Multecîyan Daye Tirkîyeyê Bikin

YE: Em ê Çavdêrîya Alîkarîyên me ji bo Multecîyan Daye Tirkîyeyê Bikin

A+A-

 

Li gora xebera acansa Elmanî Deutsche Welle-yê YE (Yekîtîya Ewrûpayê) da zanîn ku ew ê li ser alîkarîyên wan ji bo 4 milyon multecîyan Sûrîyeyî daye Tirkîyeyê çavdêrîyê-teftîşê bikin.

 

Li gora raveya Dezgeha Jimêrkarîya Fermî ya Ewrûpayê ya ku wezîfeya wê çavdêrîya li ser jêderên pereyi ye, dê çavdêrên-mufettîşên dezgehê dê li ser encamên bikarhatina sê milyar Yuroyê wan di salên 2016-2017ê de ji bo çêtirkirina rewşa jîyana Sûrîyeyan daye Tirkîyeyê çavdêrîyê-teftîşê bikin.

Çavdêra berpirsiyara-mesûla vê fonê Bettina Jakobsen-ê got nexasim ji ber şerê Sûrîyeyê gelek koçber hatine Tirkîyeyê û ew bi 3 milyon 800 xweavêjerên bextî, welatê dinyayê yê lê herî pirr xweavêjerên bextî heyî ye. Jakobsen-ê got “ji ber vî awayî nirxandina bicîhhatin yan nehatina alîkarîya pereyî ya YE (Yekîtîya Ewrûpayê) giring e.” Hîvî ew e ku encamên piştî çavdêrîyê din ava salê de werin weşandin.

YE (Yekîtîya Ewrûpayê) di çarçoveya bernameya destekkirina multecîyên Sûrîyeyê yên li Tirkîyeyê ji serê sala 2016ê ḥeta paşîya sala 2017ê ji bo 72 projeyan lihevkirinên 3 milyar Yuroyî îmze kiribû. Li gora daneyên Encûmena Ewrûpayê ji bo van projeyan ḥeta 2017ê milyarek û 85 milyon Yuro pere hat dayîn.

♦ufkumuzhaber/Kurdî

Etiketler : ,

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.