1. YAZARLAR

  2. Ayetullah Hasanoğlu

  3. Xwebirêvebirina PKKê û Aramîya Dewletê
Ayetullah Hasanoğlu

Ayetullah Hasanoğlu

Yazarın Tüm Yazıları >

Xwebirêvebirina PKKê û Aramîya Dewletê

A+A-

 

 

     Li hinek navçeyên Botan a Bakur ê Kurdistanê navber dewlet û PKK ê de şerek didome. PKK bi armanc a hanîna xwebirêvebirinê, dewlet jî jibo tesîs kirina aramîya gel li van navçeya şer didomîne. Gel di nav şer de maye. Yek ji gel re dibê ber bimin were yekê din dibêje na ber bimin were. Jibo gel jor simbêlin, jêr jî rû ye. Di navde maye û nizane tû bike kuderê. Ev qadên şer bi zanibûn bi dest PKKê hatine bijartin. Hêvî ew bî ku şer destpêbike û pêre gel xwe bide pişta rêxistinê da ku navê şer deynin: Ceng a gel ya şoreşvanî! Dawîya dawîyê de jî rêxistin bigîhîje wan fêkîyên berxwedanê. Çi ne ev fêkî: Pergala xwebirêvebirinê. Lê wek ku tê xwîyan heta niha şer di nav gel de belav nebû û aligir nealîgir yên ku derfetê xwe dîtin ji van qadên şer revîyan. Ango jibo rêxistinê hêvî pûçbûn. Heya niha şer di navbera dewletê û çend ciwanan de berdewamkir. Wek ku rêvebirê jor yê PKKê Dûran Kalkan hanî ziman got me texmîn nedikir dewlet bi vî awayê bê ser me û bersivek wuha tund bide van daxwazê me.

     Wek ku Kalkan hanî ziman belê dewlet bi deh hezar leşkeran bi hemûyê hêza xwe êrîşî ser van ciwanan kir û van bajarokan ji serî heta binî hilweşand wêran kir, kevir li ser kevirê nehişt. Ji van bajarokan yek Cizîr bû. Nêzikî sê mehan li vêderê şer berdewam kir û bi destpêka vî şerê dewletê derketina qadan qedexekir heta ku navçeyê ji jor heta jêr hemûyê wê wêran kir. Oparasyonên hanîna qaşo aramîya dewletê heta hefteya din berdewam kir û doh jî jibo rojê derketina qadan serbest kir. Bi rakirin a qedexekirin a qadan gel rastî bergehek pirr xirab ma. Navçe ji serî heta binî talan bû ye û ji bêhna term an mirov nikarin di hundir de bigerin. Belê xwebirêvebirina rêxistinê û aramîya dewletê li vêder ketine pêşpazîyek û aramîya dewletê bi dijwarî bi serketîye. Li dû vî şerî bi sedan mirî û navçeyek xirab û bi sed hezaran koçber derketî holê. Rêxistin jibo xeyalekî statûya xwe dewlet jî jibo dalqandin a al ek xwe û jibo nivîsek ser dîwaran gel xistin vî halî. Bi Cizîr ê biqede dîsa baş e. Di dorê de Sûr heye, Silopî heye, Gever, Nisêbîn, Şirnex ango hemûyên Bakur heye. Bi vê çûyûnê wêrankirin a hemûyê van herêman di rê deye.

     Cizîr jibo xwebirêvebirina xirbeyan û jibo van xirbeyan hanîna aramîyê dewletê mînakek e li pêş me. Dê herdû alî jî bi zêdebarî fêkîyên van xebatên xwe bi gel bidine xwarin...


 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.